“Dem heye da ku her bûyer di heman kêliyê de neqewimin… û feza heye da ku her bûyer li te neqewimin” — Susan Sontag
Min ew girtebêjeya jor ji bo mirovên depresîf nenivîsand ku dibêjin “çima tiştên xirab her tim li min diqewimin”. Na, na. Naveroka nivîsê tevger, anîmasyon û dîroka anîmasyonê ye. Ji bo wan mirovan saxî û silametiyê dixwazim û dest bi nivîsê dikim.
Tevger îluzyonek e?
Pêşbirka bazdanê li ber destpêkirinê ye. Aşîl (Achilles) hind ji xwe bawer dike ku ji kîsoyê re dibêje “tu sed mîtro pêştir dest bi pêşbirkê bike. Ji ber ku ez pir bilez baz didim”. Temaşevan şertgirtinê dikin. Hema hema hemû dixwazin pereyê xwe deynin li ser Aşîl. Ma kê aqil avêtiye ku difikire dê kîsoyê feqîr bi ser keve?
Di nav temaşevanan de mirovekî bi navê Zeno’yê Elea (Zeno of Elea) heye û dest bi axaftinê dike: “Temaşevanên hêja, ka gohên xwe bidin min. Şertgirtin tiştekî tewş û vala ye. Dev ji vê berdin”.
Temaşevanek dibêje “Zeno rastiyê dibêje. Şertgirtin guneh e, wisa nekin!” Zeno lê dizîvire û dibêje “na kuro, ne ji ber gunehê, lê ji ber ku ez ji sedê sed dizanim Aşîl dê nikaribe bigihîje kîsoyê”
Mirov tev matmayî dimînin, hin ji wan pereyê xwe paş de dikşînin, hin ji wan jî pereyê xwe dikin berîka xwe.
Zeno’yê Elea dest bi axaftinê dike “Kîsoyê belengaz dê sed mîtro pêşiya Aşîl dest pê bike, ne wisa?” Hemû bi yek dengî “erêêêê”.
Zeno berdewam dike “da ku Aşîl bigihîje kîsoyê perîşan divê pêşî nîvê rê, yanî 50 mîtro biçe, ne wisa?” Dîsa hemû bi yekdengî wî erê dikin. “Da ku Aşîl bikaribe 50 mîtro biçe divê pêşî nîvê wê, yanî 25 mîtro biçe, ne wisa? Da ku 25 mîtro biçe, divê pêşî nîvê wê, 12.5 mîtro biçe û hwd. Hûn dibînin, her ku diçe ev hejmar nêzî sifirê dibe. Ango Aşîl nikare bigihîje kîsoyê şerpeze, ango Aşîl nikare ji cihê xwe bilive, ango tevger ne mimkun e!”
Temaşevan dipirsin “yanî tu dibêjî hege em pereyê xwe deynin li ser kîsoyê kepaze, em ê bi ser kevin?” Zeno’yê Elea dinale “aaax û waxxx. Hûn çi bêhiş in!” û paşê dimeşe û ji wê derê diçe.
Mijara îluzyona tevgerê pir kûr e û, her çiqas di serê de dûrî aqilê xuya bike jî, meriv nîşaneyên wê dibîne di teoriyên wek Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Giştî yên Einstein de. Li gorî Nisbiyeta Taybet, dem û lez bi hev ve girêdayî ne. Çiqas leztir ewqas hêdîtir. Bo mînak:
Du bira hene. Yek li balafirekê siwar dibe, ê din jî rûdine û li benda wî disekine. Balafir di saetekê de %95 leza ronahiyê diçe (nêzîkî 1,025,290,206 km) û çend saet paşê vedigere. Derîyê balafirê hêdîka vedibe (muzîka ‘Zerdeşt wisa got’ lê dide), birayê seferî dibîne ku birayê wî kal bûye lê ew bi xwe ciwan maye! Ji ber ku dema balafir nêzî leza ronahiyê bifire, hemû saet (mekanîk, kîmyewî û bîyolojîk) girantir (hêdîtir) dixebitin. Nexwe, em dikarin pêş de biçin di demê de! Bi ser de, hege em ji leza ronahiyê bileztir biçin, em dikarin paş da biçin di demê de! Hege em bikaribin bi pêş de û bi paş de biçin di demê de, nexwe pêşeroj û paşeroj her hene, em tenê di wan re derbas dibin!
Îcar em dikarin derbasî anîmasyonê bibin.
Anîmasyon çi ye?
Anîmasyon: zindî kirin, rih dayîn, tevgerandin.
Bi Latînî: anima, rih, nefes, jiyan
Bi Proto-Hind-Ewropî (PIE – Zimanê Hind-Ewropîya Kevn: anə-, nefes standin.
Ji bêjenasiyê (etîmolojî) jî xuya dike ku peyva anîmasyonê, di zimanên Hind-Ewropî de wek nefes standin, zindî kirin û hwd. dihat&tê bi kar anîn. Ango, têkiliya wê bi tevger û jiyanê heye.
Anîmasyon cureyeke fîlmê ye ku ji wêneyên lipeyhevhatî pêk tê. Digel ku ev cure wek cureya zarokan bê nasîn, hejmara temaşevanên temenmezin ên fîlmanîmasyonan her zêdetir dibe. Jixwe, şêweyên (genre) wek tirsî, derûnî, fantazî, romantîkî û dîrokî ku tê de razberî (mîstîk), tundî, evînî û hwd. hene, gelek tên xebitandin di fîlmanîmasyonan de. Çend fîrmayên navdar ên ku di qada anîmasyonê de serkeftî ne ev in: Zarok TV, Pixar, DreamWorks, Sony.
Têkiliya anîmasyon û jiyanê?
Hege derfeta we hebe ka serê xwe rakin û li mirovekî an jî ajalekê temaşe bikin û bala xwe bidin tevgerên wan. Gelo dimeşin, diaxivin, lotikan didin, direqisin? Werin em meşa mirovekî analîz bikin. Nigekê xwe bilind dike, ê din li erdê ye. Destekê xwe dibe pêş. Paşê heman tiştan ji bo dest û nigên xwe yên din jî dike û pêş de diçe. Wek hûn jî dibînin, em dikarin tevgerên xwe saniye bi saniye, bîsk bi bîsk dabeş bikin. Em dikarin ji bo her bîskê re bibêjin ‘kêlî’. Li mînaka jêr mêze bikin. Hûn dibînin ku gelek kêlî hene û di her kêliyê de tevgereke cuda heye.
Hege di saniyekê de çend kêlî li pey hev bên (li gor cureyên anîmasyonan diguhere) jê re “anîmasyon” tê gotin. Ez dibêjim evqas agahiyên acizker bes in.
Niha, hema hema hemû filmanîmasyon bi bernameyên komputerê çêdibin, ango, hemû dijîtal in. Lê sed sal berê rewşa endustrîya sînemayê wisa nebû.
Fîlmanîmasyonê Yekem
Di sala 1908’an de fîlmê bi navê Fantasmagorie hat weşandin. Ev fîlm wek fîlmanîmasyonê yekem tê nas kirin. Fîlm di derbarê zildirûvekî de ye û qala serpêhatiyên wî dike. Derhêner Émile Cohlî hemû fîlm bi destan xêz kirîye li ser kaxizê û paşê wêneyê wan girtiye.
Ji bo temaşekirinê bitikînin: Fantasmagorie
Ev rêbaz bi dehan salan hat bikaranîn. Paşê, bi pêşketina teknolojiyê, komputer û pênûsên dijîtal şûna kaxiz û pênûsan girtin û niha, mixabin (baş e ku??) êdî ‘xêzanîmasyon’ pir kêm tê çêkirin. Niha derfetên anîmasyonê ewqas pêş ketine ku carna meriv nizane gelo ev fîlm bi komputerê hatiye çêkirin an jî belgefîlmek e. Bo mînak binerin Lion King
Hîn kevntir?
Mirovan berîya serdema teknolojiyê jî xêz kirine, ne li ser kaxizan lê li ser dîwaran.
Li şikefta Altamira’yê—wêneyê jor— (şoxilî 30-40 hezar sal berê), mirovan resmên ajalan xêz kirine. Taybetiya wan resman ev e ku nigên ajalan ji çaran zêdetir hatine xêz kirin. Ev jî tê maneya ku xêzkaran xwestine bazdana ajalan nîşanî me bidin.
Werin em li mînakeke hîn xweşiktir mêze bikin:
Ev qedeh nêzîkî 5 hezar salî ye û li Sîstan û Belûçistan’ê hatiye dîtin. Ajalê jor dişibe pezkoviyan, ne wisa? Hege em qedehê di nivê de jê bikin û bi firehî raxin erdê, em dê dîmenekê wisa bi dest bixin.
Wek hûn jî dibînin, pezkovî çindek dide xwe, pelê darê dixwe û paşê xwe li erdê datîne. Jixwe anîmasyon jî ev e, ma ne?
Ez dixwazim nivîsa xwe bi çend pêşniyarên fîlmanîmasyonan biqedînim:
Ferhengok
Kêlî: Frame
Şêwe: Genre
Lipeyhevhatî: Successive, Consecutive
Zildirûv: Stick man, Stick figure
Derhêner: Director
Bêjenasî: Etymology
Girtebêje: Quote
One Comment
Wextê mirov li ser wan nexşên dîrokî û kevn difikire xuya dike ku rêzeçiyayên Zagroz û Kevana Zêrîn dibe despêka gelek berhemên çand û hûnerî lewre li ser her kevir û razekî bi hezaran ev nexşên jor hene. Bêgûman lêkolînên berfireh pêvîst in ji bo na can ramanan